Rêxistineke jinan a Afrîkayê hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir

Rêxistineke jinan a bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir û diyar kirin ku ji bo sekna li hember pergalên zordest, pêwîstî bi piştgiriya sînoran derbas dike, heye.

Rêxistineke jinan a Afrîkayê hedefgirtina rojnamevanan şermezar kir
29 tebax, 2024   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Koordîneya Herêmî ya Cîhanê ya Jinan a Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn, êrişa dewlet a Tirk li dijî rojnamevanan a li Silêmaniyê ku di encamê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn, bi daxuyaniyekê şermezar kir. 

Rêxistinê bang li tevgerên jinan ên li cîhanê kir ku li hember van êriş û zehmetiyan, bibin yek, eniya xwe xurt bikin û ji bo sekna li hember pergalên zordest pêwîstî bi piştgiriyê heye.

Her wiha rêxistinê aşkera kir ku sûcên wiha têkoşîna wan ranawestînin “lê berovajî wê xwîna şehîdan dê bibe çirûska mezinkirina têkoşînê heta wekhevî û edaletê bi dest bixin û heta ragihandina rastiyê dê li hember zulm û zordestiyê li gorî felsefeya "jin, jiyan, azadî" li ber xwe bidin.”

(şx)