Jineke ji Dêrikê li Başûr hat qetilkirin

Li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê jineke ji Dêrikê hat qetilkirin.

Jineke ji Dêrikê li Başûr hat qetilkirin
29 tebax, 2024   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Başûrê Kurdistanê qetilkirina jinan û tundiya li ser wan dewam dike. 

Li gorî agahiyên li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin, jina bi navê Felek Mihemed Cundî (20) duh êvarî li bajarê Zaxo hat qetilkirin.

Hate diyarkirin ku Felek dayika zarokekê ye, ji gundê Siwêdiyê yê bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ye.

Bûyera qetilkirina Felek Cundî di medyaya dîjîtal deng veda.

(bb)