Şehîd Şahîn bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîdê Hêzên Komandos ê QSD’ê Şahîn Enabiya (Besam Ebdulezîz Silêman) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a bajarê Til Temirê hat oxirkirin.
Şêniyên bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Şahîn Enabiya (Besam Ebdulezîz Silêman) li Pakrewangeha Şehîdan a Til Temirê spart axê.
Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Til Temirê Mihemed Eliyat sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd Besam Silêman xeta hevalên xwe yên şehîd şopand û gihişt asta şehadetê. Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan em ê rêya şehîdan bişopînin ta azadî û serkeftinê mîsoger bikin."
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda jî banga hevgirtin û xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan kir.
Pismamê şehîd Besam, Silêman El Meter got: "Şehîd rêya ronahiyê nîşanî me didin."
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Besam hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşma "Şehîd namirin" hat veşartin.
(bb)
ANHA