Rêxistina Efûyê: Rejîma Îranê guleyan li gel direşîne

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, diyar kir ku li gorî dîmen û wêneyên lêkolînkirine, nişan kirine ku rejîma Îranê yekser guleya li gel direşîne.

Rêxistina Efûyê: Rejîma Îranê guleyan li gel direşîne
15 ÇILE, 2026   11:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, têkildarî çalakiyên li Îran û Rojhilat daxuyanî da. Rêxistinê, di daxuyaniya xwe de got ku bi dehan dîmen û wêneyên ji bajarên Alborz, Gilan, Kirmaşan, Razavî Xorasan, Sistan û Belucistanê hatine kişandin lêkolîn kirine. Hat gotin ku di encama lêkolînê de tesbît kirine ku hêzên rejîmê yên Îranê li dijî sivîlan hêzeke kujer bi kar tîne. 

Rêxistinê da zanîn ku Artêşa Muhafizên Şoreşa Îslamî, gelek yekîneyên teşkîlata polîsan a Îranê FARAJ’ê û sîxûrên bi cilûbergên sivîlan di van êrişan de cih digirin. 

Di dîmenên hatine piştrastkirin de xuya dibe ku çalakvan ji ser û çavên xwe bi guleyan hedef hatine girtin, di hin dîmenan de hêzên ewlekariyê li pey çalakvanan ketine û raste rast wan bi guleyan hedef digirin.