Rewşenbîrên Minbicê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiya gelan e

Rewşenbîrên Minbicê destnîşan kirin ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û têkoşîna xwe modernîteya kapîtalîst têk bir û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşana vê yekê ye.

Rewşenbîrên Minbicê: Azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiya gelan e
12 kanûn, 2023   06:43
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan didomin û roj bi roj berfirehtir dibin, hemwextî wê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê desthilata Tirk a dagirker ve jî girantir dibe. Rewşenbîran destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst hewl didin gelên azadîxwaz kontrol bikin û wan bixapînin, di serî de dewleta Tirk a dagirker.

"'TECRÛBEYA RÊVEBERIYA XWESER BERHEMA FIKRÊ RÊBERTÎ YE'

Endama Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê Emîra Axa der barê girîngiha pêngavê de got: "Pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan gihîşt asta cîhanê û li seranserî cîhanê dengê wê veda, îro gel hemû bi fikrê Rêbertî bawer in û li benda dîtina wî ne."

Emîra Axa wiha domand: "Ev pêngav destpêka têkoşîna cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e û bûye neynika gelên azadîxwaz û dengê gelên ku banga azadiya Rêbertî dikin, ên ku di azadiya Rêbertî de xelasiya gelan ji bindestiyê dibînin."

Îbrahîm El Îbrahîm ku yek ji rewşenbîrên Minbicê ye got: "Rêber Abdullah Ocalan girîngî da azadiya gelên Rojhilata Navîn û bi fikrê xwe ji bo wan gelan rêya azadiyê ronî kir, niha jî dem dema wan gelan e ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

El Îbrahîm wiha domand: "Dewleta Tirk a faşîst hizir dike ku bi dîlgirtina Rêbertî di Îmraliyê de dê armancên wê pêk bîne, lê belê têkoşîna Rêbertî di girtîgehê de bûye çavkaniya hêzê ji bo gelan. Fikr û ruhê Rêbertî di nav me de ye û em ê bi rêya belavkirina fikrê wî azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Der barê pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan de El Îbrahîm got: "Gelên azad ên ku tev li pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêbertî bûne bi çavê xwe dîtin ku azadiya gelên Rojhilata Navîn û çareseriya pirsgirêkên wê bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ne. Tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî berhema fikrê Rêbertî ye û piştrast kir ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî rêya xelasiyê ya gelên bindest û dagirkirî ye."

'RÊBERTÎ BI FIKRÊ XWE ŞERÊ PERGAL Û QANÛNÊN KAPÎTALÎST KIR'

Her wiha, Îmad El Ehmed wiha axivî: "Dewletên zordest qanûn û siyasetan li gor kapîtalîzmê datînin û gelan wiha dixapînin ku tenê di bin siya modernîteya kapîtalîst de bijîn û civakê veguhêzin daristanekê ku yê xurt, ê lewaz bixwe."

El Ehmed diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û têkoşîna xwe şerê wan qanûn û siyasetên kapîtalîst kir û got: "Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştrast kir ku ev fikr xizmeta mirov û civakê dike û gelan vedigerîne cewhera wan. Em dikarin dûrî kapîtalîzmê bijîn û em bigihîjin azadî û demokrasiyê."

Di dawiya axaftina xwe de El Ehmed got: "Îro Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye wargeha hemû azadîxwazan û serdana wan ji bo herêmên me hişt baweriya wan bi fikrê neteweya demokratîk û azadiya Rêber Abdullah Ocalan xurtir bibe, wan ew bawerî ji gelên xwe re jî bir. Em deyndarên fikrê Rêbertî ne û divê em ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin, asta têkoşîna xwe bilind bikin."

(mh)

ANHA