`Kesek nikare xwedî li mal û malkê xwe derkeve`

Piştî ku çeteyan axa wê ku ji bo wê jêdera debarê bû, ji warên xwe koçber bû, detayên mayîna li Efrînê piştî dagirkirinê û sûcên dewleta Tirk vegotin.

`Kesek nikare xwedî li mal û malkê xwe derkeve`
`Kesek nikare xwedî li mal û malkê xwe derkeve`
`Kesek nikare xwedî li mal û malkê xwe derkeve`
`Kesek nikare xwedî li mal û malkê xwe derkeve`
`Kesek nikare xwedî li mal û malkê xwe derkeve`
`Kesek nikare xwedî li mal û malkê xwe derkeve`
12 kanûn, 2023   03:38
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 20`ê Çileya 2018`an êriş kantona Efrînê kir. Piştî berxwedana 58 rojan a YPG û YPJ`ê, dagirkeran Efrîn di 18`ê Adara 2018`an de dagir kir. 

Ne kevir û ne jî mirov ji sûcên dagirkeran nefilitîn. Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, li kantona dagirkirî, guhertina demografiyê, kuştin, talankirin û gelek sûcên din jî pêk anîn. Ji destpêka 2023`yan ve û heta dawiya Tîrmeha heman sale, 208 sivîl hatin revandin, li zarokekê destdirêjî hat kirin, 13 kes hatin kuştin ku di nav de 3 jin hene yek ji wan xwe kuştiye, zêdetirî 16 hezar dar hatin qutkirin û zêdetirî hezar dar hatin hilkirin, zdetirî 70 hiktar zevî hatin şewitandin, zêdetirî 5 şûnwar hatin wêrankriin, derdora 8 mêtingeh bi destek û fînanseya dewleta Tirk a dagirker, rêxistinên kendavî û filistînî hatin avakirin.

PIŞTÎ DESTÛRÊ KARÎ BIÇE MALA XWE

Yek ji welatiyên ku ji warên xwe koçber bûne û nexwest navê xwe aşkera bike, piştî ku mehekê li bajarokê Nibul dimîne, vedigere Efrînê. Lê ji ber sûcên û binpêkirinên dagirkeran, dîsa ji Efrîn derdikeve.

Detayên sûcên dagirkeran û çi li Efrîna dagirkirî çêdibe, vegotin. Ji ber ku malbata wê hîna li Efrînê dagirkirî maye, nexwest navê xwe aşkera bike û bi kurtenavê Ş.M axivî û behsa bûyerên bi serê wê hatine kir.

Ş.M ji navçeya Cindirêsê ye. Dayîka 3 zarokan e yek ji wan zewicî ye. 60 salî ye û piştî dagirkirina Efrînê tevî malbata xwe berê xwe bajarokê Nibul ê Helebê û heta mehekê li wir ma.

Lê Ş.M dûrbûna ji mal û warê xwe tehemul nekir. Ji ber wê, bê zarokên xwe vegeriya Cindirêsê. Lê wê demê çeteyan dest danîbûn ser mala wê. Têkildarî wê got: "Ji ber ku çeteyena nehiştin ez li mala xwe rûnim, çend rojan li gel xizmên xwe mam. Li bendê wan mam heta destûr dan biçim mala xwe."

Ş.M wiha domand: "Piştî çend rojan, hiştin ez biçim la, lê malbata çeteyan a tê de jê derneketin û bi min re man. Destpêkê dema vegeriyam ez ji mal dernediketim ji ber ku pevçûn di navbera çeteyan de pir bûn. Ew li ser mal û milkên me li hev dixist."

JI BER KU BERHEMDAR E HILBERÎNA ZEVIYA MIN TALAN KIR

Hilberîna 400 darên zeytûnê yên Ş.M`yê sala 2022`yan yanî beriya ku ji kantonê derkeve ji aliyê çeteyan ve hate dizîn. Bi hiceta ku malbata wê li Şêxmeqsûdê ye.

Zeviyên Ş.M`yê yên ku çeteyan dizîne, li gundê Hec Hesna yê navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye. Ş.M`yê got: "Ji ber ku hilberîna erdê min baş, wan dest danî ser milkê û rizqê min."

KES NIKARE XWEDÎ LI MILKÊ XWE DERKEVE

Ş.M destnîşan kir ku dema zevî di destê wê de bû, tenê piştî erêkirina çeteyan hilberîna xwe berhev dikirin. Der barê de got: "Tu kes nikare xwedî li milkê xwe derkeve."

Ş.M wiha domand: "Beriya ku dest deynin ser erdê min, min got ez destûrê ji wan naxwazim ji bo ku erdê xwe biçinim. Roja din me 10 çiwal zeytûnî berhev kir û radestî guvaştgeha Yelanqûzê ya li navçeya Cindirêsê kir. Roja din me 8 çiwal anî, lê vê carê çeteyan li çerxerêya Hec Hesna rê li ser me birî û çiwalên zeytûnê ji me dizîn."

Ş.M got li ber çavên wê, çeteyan heta mirinê îşkence bavê 3 keçan ê bi navê Mihemed Îbiş kir.

Ş.M piştî ku nekarî van sûcan tehemul bike, biryar da ku vegera cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne. Li dû xwe mal û milkê xwe hişt.

(şx)

ANHA