Beşdarên Konfernasa însiyatîfa Sûriyeyê: Rêbertî nirxên cîhanî dan rûniştandin

Hiqûqnasên Sûriyeyê destnîşan kirin ku ew ê bixebitin ji bo ku konferansa yekemîn a Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan bibe destpêka serhildaneke nû ya banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bang li gelan û ciwanan kir ku banga azadiya wî bikin û gotin: "Rêbertî nirxên edaleta civakî yên cîhanî dan rûniştandin"

Beşdarên Konfernasa însiyatîfa Sûriyeyê: Rêbertî nirxên cîhanî dan rûniştandin
12 kanûn, 2023   02:40
REQA
MIHEMED XELÎL

Bi dirûşma "Binpêkirina zagona navneteweyî ya der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de û maf di edaletê de", yekşemê (10'ê Kanûnê) hemwextî salvegera 75'emîn a Roja Mafên Mirovan a Cîhanê Konferansa Yekemîn a Însiyatîfa Sûriyeyê ya azadiya Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir û tê de bi dehan hiqûqnas, siyasetmedar û çalakvanên civaka sivîl beşdar bûn.

DESTPÊKA SERHILDANA CÎHANÎ

Der barê vê mijarê de, parêzerên tev li konferansê bûne ji ajansa me re nêrînên xwe parve kirin. Ji wan hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Usir got: "Hiqûqnasên sûriyeyî ji hemû deveran kom bûn û berê xwe dan vê konferansê. Em wek parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin ku em di rêya pêkanîna rêbazeke qanûnî de ne da ku em zilma li ser Rêber Abdullah Ocalan rawestînin, ji ber ku ew ne tenê rêberê pêkhateyekê, lê belê ew rêberê hemû pêkhateyan e."

El Usir wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan nirxên edaleta civakî yên cîhanê dan rûniştandin. Ew heta niha ji mafên xwe wek girtiyekî siyasî bêpar maye û ez wek hiqûqnasekî girtina wî wek revandekê didim naskirin; ji ber ku her girtiyek bi awayekî dadmendî tê darizandin. Lê belê Rêber Abdullah Ocalan di encama komployekê de hat revandin."

Di dawiya axaftina xwe de El Usir got: "Rêber Abdullah Ocalan siyasetmedar e û em ji vê konferansê hewl didin ew bibe destpêka însiyatîfa cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan."

'DIVÊ GEL Û CIWAN BANGA AZADIYA RÊBERTÎ BIKIN'

Her wiha endamê Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Qamişlo parêzer Semîr Sadiq got: "Gerek ev konferans ji sala 2014 û 2015'an bihata lidarxistin, lê belê tevî derengmayîna wê dîsa jî ew serkeftî bû û me rewşa tenduristî ya Rêbertî û rewşa hiqûqî û komploya li dijî wî nîqaş kirin."

Sadiq bang li gel û ciwanan kir ku heta pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan û tev li meşan bibin.

(mh)

ANHA