Rewşenbîran daxwaza naskirina zimanê kurdî di destûra bingehîn a Sûriyeyê de kir

Rewşenbîran daxwaza naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî di destûra nû ya Sûriyeyê de kirin û diyar kirin ku Biryarnameya Hejmar 13 têrê nake. Rewşenbîran got ku garantîkirina mafê Kurdan ê perwerdehiyê bi zimanê xwe û karanîna wê di sazî û jiyana giştî de gavek ber bi xurtkirina pirrengî û hemwelatîbûna wekhev li Sûriyeyê de ye.

Rewşenbîran daxwaza naskirina zimanê kurdî di destûra bingehîn a Sûriyeyê de kir
27 tebax, 2026   04:20
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Rewşenbîrên li bajarê Hesekê diyar kirin ku naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî di destûra nû ya Sûriyeyê de dê hemwelatîbûna wekhev û pirrengiya çandî xurt bike.

Ebdulwehab Pîranî, endamê Yekîtiya Rewşenbîran, diyar kir ku naskirina fermî ya zimanê Kurdî di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê ya di navbera hikûmeta veguhêz û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de mijarek bingehîn e û entegrasyona îdarî û aborî nikare ji mijara zimanan were veqetandin.

Pîranî destnîşan kir ku Biryarnameya Hejmar 13 gavek ber bi naskirina zimanê Kurdî ve ye, lê gava herî girîng ew e ku zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li kêleka zimanê Erebî di destûra Sûriyeyê de were naskirin e.

Her wiha diyar kir ku zimanê Kurdî zimanê ku ji hêla gelê Kurd li Sûriyeyê ve tê axaftin û nivîsandin e û ku bernameyên xwendinê û sertîfîkayên dibistanên seretayî, amadeyî û navîn di 15 salên borî de bi Kurdî hatine hînkirin.

Pîranî destnîşan kir ku naskirina destûra bingehîn a zimanê Kurdî tê wateya naskirina çand, mîrat û folklora gelê Kurd ku ev yek pirrengiya zimanî û çandî civaka Sûriyeyê dewlemend dike, ne ku yekîtîya wê tehdît dike.

Pîranî banga naskirina fermî ya zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de kir.

Helbestvan Hozan Girkundî diyar kir ku naskirina zimanê Kurdî xalek bingehîn a peymana di navbera hikûmeta demkî û QSD`ê de ye.

Wî daxwaza naskirin û tevlêbûna wê wekî zimanekî fermî di destûra Sûriyeyê de kir û destnîşan kir ku fermanek cuda li ser vê mijarê têrê nake.

Girkundî da zanîn ku her komek li Sûriyeyê mafê wê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê biaxive, fêr bibe û binivîse û çand, huner û wêjeya xwe biparêze. Her wiha daxwaza pejirandina zimanê Kurdî li dibistan, zanîngeh û saziyan de kir.

Girkundî da zanîn ku daxwaza bingehîn ew e ku zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de were naskirin, ew wekî zimanekî fermî li dibistan, zanîngeh û saziyan were pejirandin û ew di jiyana giştî de were bikaranîn.

Endamê Yekîtiya Rewşenbîran, Mihemed Beşîr qonaxa heyî wekî derfetek ji bo ber bi Sûriyeyeke pirzimanî û pirçandî ve biçe nirxand û da znîn ku naskirina zimanê Kurdî di destûrê de daxwazek bingehîn e ji bo Kurdan.

Beşîr destnîşan kir ku nifşên Kurdan di salên borî de zimanê xwe yê dayikê xwendine û siberoja xwe li ser wê ava kirine.

Mihemed Beşîr bal kişand ser girîngiya bicihkirina naskirina zimanê Kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de wekî zimanekî fermî û garantîkirina mafê welatiyên Kurd ên ku wê di perwerde, sazî û jiyana giştî de bikar bînin. Her wiha bal kişand ser girîngiya parastina wê û misogerkirina mafê bikaranîna wê ji bo nifşên siberojê.

(k)

ANHA