Meclisa Ol û Baweriyan daxwaza parastina sembolên hemû pêkhateyan kir

Meclisa Ol û Baweriyan daxwaza hesabxwestina ji berpirsyarên bûyerên dawîn ên li Hesekê kir û da zanîn ku divê rê li ber kîn, tundî û cudakariyê bê girtin.

Meclisa Ol û Baweriyan daxwaza parastina sembolên hemû pêkhateyan kir
7 cotmeh, 2026   15:34
QAMIŞLO

Meclisa Ol û Baweriyan têkildarî bûyera ku di xwepêşandana li Hesekê de pêk hat ya berzkirina sloganên li dijî sembolên kurdî daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla endamê Koordînasyona Meclisa Ol û Baweriyan Hesen Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pirrengî ji nirxên mirovahiyê pêk tê, ew daxwaza edalet û aştiyê dike, ew kînê, tundî û zilmê red dike, ew ji berpirsyariya xwe ya nîştimanî, exlaqî û olî banga gotareke baş û li gorî qanûnan tevgerandinê dikin.

Meclisê hemû awayên derketina li dijî pêkhateyan, tundî û cudakariya neteweyî, olî, mezhebî, çandî û herêmî red kirin û da zanîn ku ew êrişên li dijî kes, milk û sembolên pêkhateyan qebûl nakin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêzdariya li beramberî sembolên neteweyî, olî û çandî beşeke ji rêzdariya li hemberî rûmeta mirov û taybetmendiyên wê ye, nabe ji rêzdariyê bê kêmkirin, divê zimanê diyalogê û lihevkirinê derkeve pêş.

Têkildarî hesabxwestinê meclisê daxwaza aramî û esasgirtina berjewendiyên civakê kir, her wiha xwest kesên berpirsyar bên muhasebekirin.

Meclisa Ol û Baweriyan daxwaza naskirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir.

(sb)

ANHA