Rêveberiya Dibistanan a Dirbêsiyê: Zimanê dayikê mafekî çandî ye

Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê kurdî kir û diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî çandî û perwerdeyî ye.

Rêveberiya Dibistanan a Dirbêsiyê: Zimanê dayikê mafekî çandî ye
6 cotmeh, 2026   14:24
HESEKÊ

Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Dirbêsiyê têkildarî mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bi beşdariya mamosteyên li bajêr daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla mamoste Xada Beravê û Ebdulkerîm Hemo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ziman mafekî resen ê hemû gelan e, ew beşeke sereke ya nasname û mîrateya gelan e, bi windabûna wê re beşeke nasname û mafê çandî tê windakirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku perwerdeya xwendekaran bi zimanê dayikê bi dersekê pêk nayê, ew mafeke çandî û perwerdehî ya avakirina nifşeke girêdayî ziman û nasnameya xwe ye.

Mamosteyan banga destekdayîna ji bo perwerdeya zimanê kurdî li dibistanan kir, daxwaza dabînkirina materyal, pirtûk û alavên din ên guncaw ji bo perwerdeyê kir.

(sb)

ANHA