KJK: Azadiya Rêber Apo wê bibe rêya çareseriya gelek krîzên jinan û mirovahiyê

Koordînasyona KJK’ê, di daxuyaniya xwe ya bi boneya salvegera komploya 9’ê Cotmehê de banga mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

KJK: Azadiya Rêber Apo wê bibe rêya çareseriya gelek krîzên jinan û mirovahiyê
7 cotmeh, 2026   18:07
Navenda Nûçeyan

Koordînasyona KJK’ê, têkildarî salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî weşand. KJK’ê, di daxuyaniya xwe de banga bidawîkirina tecrîda li dijî Abdulllah Ocalan û dabînkirina azadiya wî ya fîzîkî kir. KJK’ê, tekez kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' ji bo Abdullah Ocalan karibe tevlî siyaseta demokratîk bibe, divê zemîna hiqûqî û siyasî bê afirandin

Daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê wiha ye:

"9'ê Cotmeha 1998'an yek ji xalên werçerxê yên esasî yên dîroka qirkirina Kurdan bû. Tifaqa global-herêmî ya hêzên navneteweyî û desthilatdariya herêmî ku rê li ber qirkirina Kurdan vekir, weke komplo û tifaqa herî qirêj û xetere ya dîroka Rojhilata Navîn û Cîhanê derbasî nava rûpelên dîrokê bû. Rêber Apo ku bi rêya vê komployê dîl hate girtin, 28 sal in li Girava Îmraliyê di nava statuyeke welê de tê ragirtin ku mînaka wê nehatiye dîtin. Rêber Apo jî li hemberî vê statu û dîlgirtiyê berxwedaneke bêhempa meşand. Beriya her tiştî em Rêber Apo û vê berxwedana wî silav dikin ku me ronî û xurt dike, me bi rê ve dibe. Soz û biryardariya xwe ya ji bo serxistina têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li ser xeta Rêber Apo dubare dikin.

Ji 9'ê Cotmehê û pê ve bi hezaran şehîdên me ji bo pêşîgirtina li vê komployê li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir û xwînê. Di her rojên vê pêvajoya komployê de ya ku 28 sal in dewam dike, li her qada têkoşîna me şehîd çêbûn. Her şehîdekî me jî nirxekî mezin, mînakeke têkoşînê ya li dijî vê komployê ne. Her şehîdên me ku em bi hurmet û minet wan bi bîr tînin, rêya me ronî kirin, nirxên mirovahiyê yên ku di oxira wan de canê xwe feda kirin weke mîrate ji me re hiştin. Weke yên sax mane, dora hilgirtina vê mîrateya pîroz û mezin a ber bi avabûn, rizgarî û serketinê êdî ya me ye. Soz û biryardariya me ya ji bo Rêbertî û şehîdên me ye ku vê wezîfeya mezin bi ser bixin. Rêya serketinê beriya her tiştî azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye. Weke wezîfeyeke mirovî li pêşiya me ye ku bêyî jibîrkirina vê rastiyê em komploya 9'ê Cotmehê pûç bikin, xeleka ji agir a ku şehîdên me li dora Rêberê me ava kirin veguherînin xeleka azadiyê. Hem pêşveçûna pêvajoya entegrasyona demokratîk hem jî têkoşîna demdirêj a sosyalîzma demokratîk bi vê ve girêdayî ye.

KOMPLO BANDORÊ Lİ HEMÛ CÎHANÊ DİKE

Ber bi sala 28'emîn a komploya naneteweyî re ne tenê Rojhilata Navîn cîhan tev di nava xelekeke ji agir de ye. Di serdemeke bi vî rengî de jinûve nirxandina komployê û liv û tevgera li hemberî vê yekê êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan û hêzên têkoşîna şoreşger e. Erdheja siyasî û civakî ku beriya 28 salan bi komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Modernîteya Demokratîk Rêber Apo destpê kir, êdî bandorê ne tenê li Kurdan dike, di heman demê de bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê dike. Modernîteya kapîtalîst bi hilweşîna reel sosyalîzmê re, ji salên 1990'î û pê ve hewl dide cîhanê jinûve dîzayn bike û hewl dide her tiştên li ser sosyalîzmê di hişê mirovan de heye tine bike.

KOMPLO DAÎMÎ BÛ Û Lİ DİJÎ GELAN Û JİNAN HATE KİRİN

Sîstema qirker a modernîteya kapîtalîst ku bandor û rola dîrokî ya Rêberê me dît, ji ber ku Rêber Apo li hemberî xwe weke astengiyeke xetere dît, komploya navneteweyî bi rêxistin kir. Lewma armanca komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û encamên wê bi xwe re anî her roj hîn bêhtir eşkere dibe. Komploya navneteweyî weke rêbaz û ferasetek qirêj dewam kir û dewam dike ku tenê bi dem û cihekî nema, daîmî bû û li dijî gelan û jinan hate kirin. Eger mirov tenê li bûyerên pênc salên dawî yên ji Latîn Emerîkayê heta bi Rojhilata Navîn binihêre, mirov dikare baştir metirsîdariya rewşê fêhm bike. Hêzên sermayeyê yên navneteweyî, hêzên ku nikare wan kontrol bike, bi rêya komployan li nava xitimîna şer dihêlin û bi vî rengî dewamiya xwe pêk tînin. Rêber Apo li hemberî vê yekê bi aqlekî stratejîk û dîrokî tevgeriya.

RÊBER APO HEWL DİDE PÊŞÎ Lİ KOMPLOYÊN NÛ BİGİRE

Beriya her tiştî destnîşan kir ku civakîbûna ji qirkirinê derbas bûye divê bê parastin, rizgarî jî ji bo ti hebûnê bi tena serê xwe nabe û ev rastî weke 'entegrasyona demokratîk' pênase kir û têkiliya navbera gelan û dînamîkên civakî hîn xurt kiriye. Bi tecrûbeyên dîrokî komînalîzm bi şêweyê modernîteya demokratîk rojane kir û formula siyasî jî bi rengê entegrasyona demokratîk pêşkêş kir. Rêber Apo ku her komplo bi stratejiya çareseriyê ya nû pûç kir, ne tenê sîstema kapîtalîst, her wiha jiberên hêzên civakî yên li dijî kapîtalîzmê têdikoşin jî serûbin kir û hewl dide pêşî li komployên nû bigire û di vê mijarê de têkoşîneke bêeman dimeşîne.

Çawa ku komploya li hemberî Rêber Apo di şexsê kesayetekî de nema û li hemberî tevahiya mirovahiyê û jinan tê meşandin, azadiya Rêber Apo jî wê şexsî nemîne û bibe rêya çareseriya gelek krîzên jinan û mirovahiyê.

DİVÊ RÊBER APO TAVİLÊ Bİ FÎZÎKÎ AZAD BİBE

Ji bo mîmarê pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' Rêber Apo tavilê bi fîzîkî azad bibe, karibe tevlî siyaseta demokratîk bibe, divê zemîna hiqûqî û siyasî bê afirandin. Xwişk-biratî û aştiyeke li Tirkiyeyê xwedî muxatabekî bi tenê ye; ew jî Rêber Apo ye. Şert e ku ev Rêbertiya ji aliyê her kesî ve tê naskirin û qebûlkirin, azad bibe. Ev nebe nabe. Her wiha divê bi lez bi cih bê anîn ku Rêber Apo weke koordînatorê desteya ku di çarçoveya qanûnê de hatiye avakirin bi rola xwe rabe, di serî de rojnamevan û akademîsyen karibe bi her derdorê re hevdîtinê bike, mercên vê bêne afirandin, Rêber Apo karibe nêrînên xwe bigihîne her derdorê, karibe têkiliyê bi rêxistina xwe re dîne, statuya esaretê bi temamî bi dawî bibe û weke Rêberê siyaseta demokratîk xwedî mercên ewlekarî û tenduristiyê be.

BANGA ‘TÊKOŞÎNA Lİ DİJÎ KOMPLOYA 9'Ê COTMEHÊ HÎN BİLİND BİKİN’

Weke KJK'ê em careke din destnîşan dikin ku rastiya komploya 9'ê Cotmehê û neçareserî, krîz û bêstatuya wê bi xwe re anî ti careî qebûl nake, heta ku statuya komployê bi dawî bike têkoşîna xwe mezin bikin û bi pêş ve bibin.

Li ser vê bingehê di serî de jin em bang li gelên xwe û hêzên dost dikin ku têkoşîna li dijî komploya 9'ê Cotmehê hîn bilind bikin, daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî ji her demê bêhtir bi xurtî bilêv bikin û bêyî demê winda bike azadiya fîzîkî pêk bînin.