Karwanê çaremîn ê koçberên Serêkaniyê sibê bi rê dikeve

Sibê karwanê çaremîn ê koçberên Serêkaniyê dê ji Kampa Waşûkanî ber bi gundewarên Serêkaniyê, derdora Til Temir û Zirganê ve bi rê bikeve. Karwan ji 514 malbatan pêk tê.

Karwanê çaremîn ê koçberên Serêkaniyê sibê bi rê dikeve
Karwanê çaremîn ê koçberên Serêkaniyê sibê bi rê dikeve
Karwanê çaremîn ê koçberên Serêkaniyê sibê bi rê dikeve
Karwanê çaremîn ê koçberên Serêkaniyê sibê bi rê dikeve
7 cotmeh, 2026   13:45
HESEKÊ

Sibê (8 Cotmeh) karwanê çaremîn ê koçberên Serêkaniyê ji Kampa Waşûkanî ya Hesekê ber bi hejmareke gund û bajarokên Serêkaniyê, gundewarên Til Temir û Zirganê ve bi rê dikeve.

Li gorî endama rêveberiya Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo, karwanê çaremîn ji 514 malbatan pêk tê, ew ê ber bi gundewarên Serêkaniyê, gundên derdora Tir Temir û Zirganê ve bi rê bikevin.

Karwanê sêyemîn ê koçberan ku ji 511 malbatan pêk dihat, 5`ê Cotmehê vegeriyabû cih û warê xwe.

(sb)

ANHA