Rêxistinên civaka sivîl derbarê kolandina cihekî arkeolojîk daxwza lêpirsînê kir

Rêxistinên civaka sivîl li Selamiyê daxwaz kirin kolandina bi alavên giran ku li cihê arkeolojîk ê Tel Şêx Elî tê kirin, were lêpirsîn.

Rêxistinên civaka sivîl derbarê kolandina cihekî arkeolojîk daxwza lêpirsînê kir
7 cotmeh, 2026   10:52
NAVEND NÛÇEYAN

Rêxistin û saziyên civaka sivîl li bajarê Selamiyê, Parêzgeha Hemayê, daxwaza lêpirsîneke lezgîn, berfireh û zelal li ser kolandina cihê arkeolojîk ê Tel Şêx Elî kirin.

Di daxuyaniyekê de, rêxistinan gotin ku xebat bêyî zelaliyekê di derbarê kî li pişt wê ye an bingeha wê ya qanûnî çi ye, hatiye kirin.

Rêvebirê Kolandin û Lêkolînên Arkeolojîk li Rêveberiya Giştî ya Antîk û Muzeyan diyar kir ku xebat neqanûnî ye.

Rêxistinan di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser girîngiya Tel Şêx Elî wekî cihekî arkeolojîk û daxwaz kirin ku her xebatek li wir li gorî rêzikên qanûnî û di bin çavdêriya rayedarên arkeolojîk ên têkildar de were kirin.

(k)

ANHA