Partiyên Hevdîtina Şêwirmendiyê: Hikumeta veguhêz berpirsa aramî û ewlehiya herêmê ye

Partiyên Hevdîtina Şêwirmendiyê têkildarî xwepêşandana li Hesekê got hikumeta veguhêz divê li pêşiya kesên dixwazin fitneyê li herêmê çêkin bigire.

Partiyên Hevdîtina Şêwirmendiyê: Hikumeta veguhêz berpirsa aramî û ewlehiya herêmê ye
7 cotmeh, 2026   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyên Hevdîtina Şêwirmendiyê bi rêya daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku “li bajarê Hesekê xwepêşandan çêbû û tê de dirûşmên li dijî QSD`ê hatin berzkirin û xwepêşandêr rast nêzî sembolên neteweyî yên Kurdan nebûn lewre dibe ku bertek li hemberî vê yekê derkevin û di nava civakê de şer çêbe”. 

Di berdewama daxuyaniyê hat diyarkirin ku hikumet berpirsyara ewlehî û aramiya herêmê ye û divê bi lez derî li pêşiya kesên dixwazin fitneyê li herêmê çêkin û şer derkeve, bigire.

Her wiha bang li hikumeta veguhêz kirin ku bi rêya diyalogê û rê û rêbazên aştiyane bi pêkhateyên Sûriyeyê re bide û bistîne û daxwazên wan ên rewa pêk bîne.

(np)