Malbatên Şehîdan: Divê destkeftî werin parastin

Malbatên şehîdan li Qamişlo pabendbûna xwe ya bi destkeftiyên ku ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatine bidestxistin re anîn ziman û diyar kirin ku ew li ser rêya zarokên xwe yên ji bo parastina herêmê û mafên civakên cihêreng şehîd bûne, dimeşin.

Malbatên Şehîdan: Divê destkeftî werin parastin
27 tebax, 2026   06:25
QAMIŞLO
JINDA DILSOZ

Di 25ê Tebaxê de, piştî rêze civînên siyasî, leşkerî û ewlehiyê li Şamê, Fermandarê Giştî yê QSD, Mezlûm Ebdî, piştî temamkirina entegrasyona wê di nav tugayên Artêşa Sûriyeyê de, dawîbûna mîsyona QSD wekî hêzek leşkerî ya serbixwe ragihand. Her wiha diyar kir Sûriyeyê ketiye qonaxek nû ya aştî û avakirinê û veguheztina ji qonaxa leşkerî bo qonaxa ji nû ve avakirinê ragihand.

Di vê çarçoveyê de, malbatên şehîdan li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew girêdayî nirx û destkeftiyên ku bi saya fedakariya zarokên wan hatine bidestxistin û her hewldanek ji bo têkbirina cewhera berxwedana ku wan kiriye red dikin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fadiya Silêman, dayika şehîd Qasim, got: "Em, wekî malbatên şehîdan, bi biryarên ku xizmeta berjewendiyên gelê Kurd dikin re di nav hevgirtinê de ne. Em ê ji rêya şehîdên xwe yên ku xwîna xwe ji bo avakirina welatekî azad û dadperwer feda kirine dûr nekevin."

Fadiya berxwedana wan a berdewam û biryardariya wan a ji bo bidestxistina armancên ku ew demek dirêj ji bo wan têdikoşin anîziman û got: "Em ê nehêlin xwîna şehîdên me bê sûd here."

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Husên Ebdulrehman diyar kir ku guhertinên ku herêm pê re rû bi rû dimîne encama têkoşînek 14 salan û serkeftinek di tevgera berxwedanê de ye ku armanca wê avakirina Sûriyeyek nû ye. Ebdulrehman diyar kir ku qonaxa nû gelek derfet bi xwe re aniye ji bo bidestxistina ewlehiyê û pêkanîna guhertinên pêwîst ji bo parastina destkeftiyan û ev rewş wekî kêliyek dîrokî ji bo gelê Kurd û hemû gelên herêmê bi nav kir.

Ebdurehman destnîşan kir ku bidawîhatina mîsyona QSD`ê nayê wateya hilweşandina tu kes an saziyekê. Berevajî vê, cewherê QSD`ê  dimîne, ji ber ku şervanên wê, ku zarokên herêmê ne, dimînin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan, dayika şehîd Kadoz, Gulistan Esed diyar kir ku têxistina pirsgirêka Kurd di çarçoveya siyasî û destûrî de gavek girîng e di dîroka gelê Kurd de. Ev gav encama salan têkoşîn û berxwedana wêrek e .

Gulistan da zanîn ku ezmûnê îspat kiriye ku pirsgirêk bi şer û pevçûnan nayên çareserkirin, lê bi têgihîştin û aştiyê têne çareserkirin.

Her wiha destnîşan kir ku divê destûra nû mafên hemû gelan, bi taybetî gelê Kurd, biparêze, nasname û hebûna wan misoger bike, mafê perwerdeyê bi zimanê dayikê bide wan û çanda wan vejîne.

Di dawiyê de, Gulistan Esed diyar kir ku divê destkeftiyên gelê Kurd werin parastin û li ser şopa şehîdan bimeşin.

(k)

ANHA