YRJ’ê bi boneya Roja Rojnamegeriyê ya Jinên Kurd panelek li dar xist

Yekitiya Ragihandina Jin bi boneya Roja Rojnamegeriyê ya Jinên Kurd panelek li dar xist. Di panelê de girîngiya rojê û kesayeta Gurbetelî Ersoz û rojnamegerên şehîd ên jin hatin vegotin.

7 cotmeh, 2026   12:55
QAMIŞLO

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) bi boneya Roja Rojnamegeriyê ya Jinên Kurd panelek li dar xist. Panel li navenda YRJ’ê ya li bajarê Qamişloyê pêk hat. 

Bi dehan endamên YRJ’ê û rojnamegerên jin beşdarî panelê bûn. Panel ji aliyê endamên YRJ’ê Gulistan Xalid û Yara Mihemed ve hat birêvebirin.

Panel di kesayeta rojnameger Gurbetelî Ersoz de, bi kêliyeke rêzgirtin ji giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir.

Di panelê de girîngiya rojê û kesayeta Gurbetelî Ersoz û şehîdên rojnameger ên jin hatin vegotin û nîqaşkirin. Her wiha destkeftiyên jinan di rojnamegeriyê de, êrişên di medyayê de li ser jinê tên kirin, xwe pêşxistina jinê, astengiyên li hember jinên rojnameger tên çêkirin û kêmaniyên ku jin dijîn hatin nîqaşkirin.

Gulistan Xalid panel vekir û diyar kir ku eger ew bixwazin vê rojê bi wate bikin, divê her roj ji xwe bipirsin ku ew weke rojnameger, aliyê kesayetî, sazî û rêxistinî kîjan astê de pêşketin çêkiriye û wiha axivî: “Eger em vê rojê veguherînin lêhûrbûyîn, rêxistinbûyîn û perspektîfa xwepêşxistinê wê tenê ji çarçoveya bîranînekê derbas bike û ji bo me bi watetir bibe.”

Gulistan Xalid bal kişand ser rojnamegeriyê û wiha got: “Rojnamegerî çi ye û rojnameger kî ye, em careke din dikarin vê binirxînin. Rojnamegerî şoreşgerî ye, kesayeta rojnameger weke ya şoreşgeran e. Ji ber hertim ew jî pey derxistina heqîqetê dikevin. Ji bo me mînaka vê jî Gurbetelî Ersoz e. Gurbetelî çi kir, ragihandin tenê ji qada bûyer derxist. Bû rojnamegeriya civakê, dengê civakê. Xetek ji me re ava kir.”

Piştî axaftina Gulistan Xalid, Yara Mihemed li ser kesayeta Gurbetelî Ersoz û pêşengên çapemeniya jinan axivî.

Yara Mihemed pêşengên wekî Sakîne Cansiz, Gurbetelî Ersoz, Denîz Firat, Cîhan Bîlgîn û pêşengên çapemeniya jinan bîr anîn û wiha axivî: “Van pêşengan bi du nasnameyan têkoşiya. Ya yekemîn rojnameger bûn û ya din jî Kurd bûn. Îro we nebûna, dibe ku îro em ne li vir bûna. Xeta wan û fikrê li ser meşiyan, têkoşîna wan a ji bo jinên Kurd me yê nezanîba emê karek çawa bimeşînin. Me wê nezaniya çima çapemenî girîng e û taybet jî ya jin.”

Yarayê bal kişand ser girîngiya çapemeniyê ji bo gelê Kurd û jinan û wiha berdewam kir: “Îro ya herî mafê wê dihat xwe jin bû, lê îro jinên Kurd bi awayek aktîf cihê xwe di vê xebatê de digirin. Bi fikir, nêrîn, nasnameya xwe karîn dengê gelê xwe derxin. Em qala heval Gurbetelî bikin. Tê zanîn weke jineke Kurd, temenê xwe, keda xwe tevahî da ber doza gelê xwe. Li ser vê xetê îro gelek jin di saziyên çapemeniyê de cih digirin. Di nava xebatên çapemeniyê de astengî hene ji bo jinan. Saziyên pergalê jinê napejirînin, lê me xwe ispat kir. Me nasnameya xwe parast.”

Panel bi nîqaşên li ser pêşxistin û kêmaniyên di çapemeniya jinan de derdikevin, bi dawî bû.

(bî/k)

ANHA