Îsraîlê bajarokên Lubnanê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlê bombebaran, topbaran û teqînên li başûrê Lubnanê didomîne.

Îsraîlê bajarokên Lubnanê bombebaran kirin
26 tebax, 2026   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bombebaran, topbaran, teqîn û hilweşandina deverên li başûrê Lubnanê dewam kir.

Ajansa Wetenî ya Lubnanê daxuyand ku topavêja Îsraîlê bajarokê Benî Heyan topbaran kir, hemwextî wê kiryarên hilweşandinê pêk anî. Hêzên Îsraîlê li bajarokê Mecdel Zon teqînek pêk anîn û hejmarek mal li Biyot El Seyad şewitandin.

Droneke bombebarkirî ya Îsraîlê li asîmanê bajarokê Mensûrî xwe teqand. Girêdayî mijarê, derdora Hedasa û Mensûra hatin topbarankirin û şeva borî Qentera hat bombebarankirin.

Têkildarî mijarê, bi awayekî zêde dronên Îsraîlê li asîmanê Zehranî û Dahiya başûrê Beyrûtê digerîn û gelek teqîn li derdora Sirbînê hatin kirin û bajarokê hat paqijkirin.

Ligel ragihandina agirbestê di 20’ê Hezîranê de ev pêşketin pêk tên.

(f)