Balafirên şer gundewarên Humsê bombebaran kir

Balafirên şer derdora El Sexna ya dikeve rojhilatê Humsê 3`ê caran bombebaran kir.

Balafirên şer gundewarên Humsê bombebaran kir
7 cotmeh, 2026   13:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegîhanê me li gorî çavkaniyên herêmî ragihand ku balafireke şer bakur û rojavayê bajarê El Sexne yê girêdayî Humsê bombebaran kir. Bajarê El Sexna dikeve rojhilatê bajarê Humsê.

Li gorî hinek çavkaniyan balafiran derdora çiyayê El Dahik û deşta li nêzî wê bombebaran kir, çavkaniyên dîtir jî dan zanîn ku herêma Im Siyort û deşta wê hatiye bombebarankirin.

Çavkaniyên herêmî got dibe ku ew balafirên şer ên Koalisyonê bin û hîna li ser heman herêmê digerin.

(np)

ANHA