Merasîma sersaxiya malbatên 19 gerîlayan bi dawî bû

Li Dêrikê merasîma sersaxiya malbatên 19 gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê bi xwendina wesîqeyên şehadetê û radestkirina ji malbatên wan re bi dawî bû.

Merasîma sersaxiya malbatên 19 gerîlayan bi dawî bû
Merasîma sersaxiya malbatên 19 gerîlayan bi dawî bû
Merasîma sersaxiya malbatên 19 gerîlayan bi dawî bû
Merasîma sersaxiya malbatên 19 gerîlayan bi dawî bû
Merasîma sersaxiya malbatên 19 gerîlayan bi dawî bû
Merasîma sersaxiya malbatên 19 gerîlayan bi dawî bû
Merasîma sersaxiya malbatên 19 gerîlayan bi dawî bû
Merasîma sersaxiya malbatên 19 gerîlayan bi dawî bû
7 cotmeh, 2026   16:29
QAMIŞLO

Merasîna sersaxiya navendî ya malbatên 19 gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê ku li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger a bajarê Dêrikê yê Herêma Cizîrê bi amadebûna girseyî ji xelkê bajarên Cizîrê û gundewarê, bi dawî bû.

Di merasîma sersaxiyê ya 2 rojan hatiye lidarxistin de xelkê herêmê amade bûn û sersaxî da malbatên şehîdan.

Di roja yekemîn de xelkên bajarên Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa û gundewarên wan, kesayetên welatparêz, civakî û siyasî berê xwe da bin konê sersaxiyê û axaftin kir, bal kişand ser girîngiya berdewama girêdana bi doza şehîdan.

Di roja duyemîn de jî xelkên bajarên Tirbespiyê, Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê û Til Temir û gundewarê wan berê xwe da bin konê sersaxiyê.

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û diruşmên “şehîd namirin” hatin berzkirin.

(f)

ANHA