Rewşenbîr û nivîskaran daxwaza bilezkirina yekitiya Kurdî kir

Rewşenbîr û nivîskaran di semînera li bajarê Girkê Legê de diyar kir ku divê bi lez û bez yekitiya Kurdî pêk bê û piştgiriya QSDˋê bidome.

Rewşenbîr û nivîskaran daxwaza bilezkirina yekitiya Kurdî kir
Rewşenbîr û nivîskaran daxwaza bilezkirina yekitiya Kurdî kir
Rewşenbîr û nivîskaran daxwaza bilezkirina yekitiya Kurdî kir
Rewşenbîr û nivîskaran daxwaza bilezkirina yekitiya Kurdî kir
Rewşenbîr û nivîskaran daxwaza bilezkirina yekitiya Kurdî kir
Rewşenbîr û nivîskaran daxwaza bilezkirina yekitiya Kurdî kir
Rewşenbîr û nivîskaran daxwaza bilezkirina yekitiya Kurdî kir
13 ÇILE, 2025   21:14
GIRKÊ LEGÊ

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ji bo şîrovekirina rewşên siyasî yên dawî li herêmê li Nivîsgeha Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Girkê Legê bi beşdariya endamên yekitiyê û gelek nivîskar û rewşenbîr semînerek da.

Endamê yekitiyê Bengîn Miso axivî û behsa guhartinên li Sûriyeyê kir.

Miso got Sûriye di merheleyeke pir hestiyar re derbas dibe û bang li hêzên Kurdî kir ku vê fersenda dîrokî ji bo wergirtina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê qezenc bikin.

Miso anî ziman ku pêwîst e pergala nenavendiyê li Sûriyeyê pêk were.

Miso berxwedana QSDˋê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û got: "QSDˋê ji bo tevahî gelên di civaka Sûriyeyê de cihê ewlehiyê ye."

Beşdarên semînerê diyar kir ku divê bi lez û bez yekitiya Kurdî were pêkanîn û piştgiriya QSDˋê bidome.

(fr)

ANHA