Nobedariya li Bendava Tişrînê di roja 6ˋan de ye

Xelkê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê di çalakiya nobedê ya li ser Bendava Tişrînê de dewam dike.

Nobedariya li Bendava Tişrînê di roja 6ˋan de ye
13 ÇILE, 2025   21:00
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Şandeya ji xelkê kantonên Reqa, Dêrazor û Tebqayê îro gihîşt Bendava Tişrînê û tev li çalakiya nobedê ya ji bo parastina bendavê û nîşandana dijberiya xwe li dijî êrişan, bû.

Di 8’ê Çile de bi hezaran şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer, ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.

Çalakiya nobeda li ser Bendava Tişrînê di roja 6ˋan de didome. Xelkê kantona Cizîrê yê ku di 11ˋê Çileyê de gihîştibû bendavê çalakiya nobedê dewrî xelkê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê yê ku îro gihîştiye bendavê kir.

Nûçegihanê ajansa me dîmenên şêniyan ên li ser Bendavê kişandin.

(fr)