Berxwedêrên Bendava Tişrînê hatin xelatkirin
Meclisa Bajarê Eyn Îsayê berxwedêrên nobeta parastina Bendava Tişrînê xelat kir.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji 8’ê Çileyê heya 5’ê Gulanê çalakiya nobetê dewr digirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 5’ê Gulana de ji bendava Tişrînê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bidawîkirina çalakiya û serketina bexwedana Bendava Tişrînê ragihand.
Meclis Bajarê Eyn Îsa bi armanca xelatkirina berxwedêrên ku di nobeta Tişrînê de cih girtin plaketên bi wêneyên şehîdên bendavê pêşkêşî wan kir.
Hevserokê Meclisa Bajarê Eyn Îsayê Sebrî Nebo berxwedana Bendava Tişrînê wekî berxwedana sêyemîn a efsanewî ya piştî Kobanê û Efrînê pênase kir û got: "Berxwedan bendavê planên dagirkirina beşên din ên xala Sûriyeyê têk bir û dagirker şikand."
(bb)
ANHA