Rastiya pevguhertina koma duyemîn a dîlgirtiyan li Helebê

Çavkaniyên taybet ji ajansa me re aşkera kir ku îro tu pêvajoyeke pevguhertina dîlgirtiyan li Helebê pêk nehatiye. Di heman demê de çavkaniyan got, amadekarî hene ku di rojên pêş de bigihîjin lihevkirinekê ku dest bi qonaxa duyemîn a berdana girtiyan bikin.

Rastiya pevguhertina koma duyemîn a dîlgirtiyan li Helebê
26 gulan, 2025   18:38
HELEB

Gelek malperan agahî parve kirin ku, li gorî peymana ku di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û nûnerên desthilata Şamê de hatiye îmzekirin, dîl û girtiyên her du aliyan hatin guhertin. Lê li gorî çavkaniyên pêbawer, ev yek pêk nehatiye.

Çavkaniyan diyar kir ku ji bo pevguhertina beşa duyemîn a dîl û girtiyan, li gorî benda 12’an a peymanê, amadekarî tên kirin.  Di vê bendê de tê gotin, divê girtîgehê ji her du aliyan ve li Helebê werin valakirin û dîlên piştî rizgarkirinê hatin girtin, bi hev werin guhertin.

Der barê dema pêkanîna qonaxa duyemîn de çavkanî tu agahî bi dest nexistin. Ji ber ku aliyê ku divê dema wê diyar bike, her du aliyên peymanê ne.

Her wiha çavkanî anî ziman ku dibe ku di nava vê hefteyê de koma duyemîn a dîl û girtiyan jî were berdan.

Di çarçoveya peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê û desthilata Şamê hatibû îmzekirin de, di 3’yê Nîsanê de, anku piştî du rojan ji îmzekirina peymanê, 146 dîlgirtiyên Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û 97 endamên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan.

(mh/fr)

ANHA