Rêveberiya Xweser piştgiriya qada tenduristiyê ya Dêrazorê kir

Rêveberiya Xweser bi derman û amûrên tenduristiyê piştgiriya Komîteya Tenduristiyê ya kantona Dêrzorê kir.

9 ÇILE, 2024   05:41
DÊRAZOR
ELÎ EREB

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Dêrazorê di çarçoveya bicihanîna encamnameya Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê û Îstiqrarê ber bi pêşxistin û sepandina hevbeşiyê li Dêrazorê de ku 22`yê Cotmeha borî li dar ketiye, hewl dide ku qada tenduristiyê pêş bixe û xebatên dîtir ji şêniyên kantonê re pêşkêş bike. 

Ji nû ve sazkirina meclisên xwecih, qanûnsaz, rêveberî, şaredarî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê di 6 mehan de, ji biryarên kongreyê ne.

Têkildarî mijarê, Komîteya Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê derman û amûrên ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine pêşkêşkirin, li nexweşxaneyên giştî, navendên tenduristiyê yên kantonê belav kirin û gelek amûrên tenduristiyê tê de bi cih kirin.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya kantona Dêrazorê Saêr El Girîd der barê hewldanên komîteyê de wiha axivî: "Dermanên hatine belavkirin, antî-biyotîk, êşbir, lênêrîn, dermanên taybet ên nîştergeriyan, pêdiviyên taqîgehan in. Em dixwazin barên welatiyan sivîk bikin û qada tenduristiyê pêş bixin."

Mudirê depoya dermanan a komîteyê, Ehmed Xeyrî jî aşkera kir ku derman li nexweşxaneya Sewr a bakurê Dêrazorê, nexweşxaneya El Besîra, Ebû Hemam a rojhilatê Dêrazorê hatine bealvkirin.

Her wiha piştrast kir ku xebatên belavkirina dermanan li ser nexweşxane û navendên tenduristiyê yên kantonê berdewam in.

(şx)

ANHA