Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga xweparastinê kir

Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser herêmê hewl dide xetereyên mezin li ser hewldanên têkoşîna li dijî terorê çêke. Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga xweparastinê kir.

Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga xweparastinê kir
13 ÇILE 2024   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên duh derengiya şevê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, daxuyaniyeke nivîsekî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên sûc li dijî herêmên me didomîne, navendên xizmetguzariyê û binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc. Dewleta Tirk derengiya şevê herêmên Tirbespiyê, Rimêlan, Dêrik û Çilaxa bombebaran kirin. Armanca van êrişan diyar e ku ewlehiya herêmê xirab bike û xeteriyên rasteqîn li ser hewldanên têkoşîna li dijî terorê çêbike û rê li pêşiya çareseriyê bigire ku şert û mercên wê li herêmê peyda dibin.

Êriş berdewama xeta qirkirin, koçberkirina şêniyan û valakirina herêmmê ye. Ev siyaeteke qirêj e, divê hişyarî li hemberî wê û xetereyên wê werin kirin. Em diyar dikin ku divê ev êrişên li ser herêmên me werin sekinandin. Her wiha em diyar dikin ku encamên êrişan li ser tevahî herêmê xetere ne û xizmeteke bê berdêl ji bo vegera terorê ye, di heman demê de hewldanek ji bo pêşxistina nakokiyên etnîk e ku Tirkiye heta vê kêliyê nekarî derxe. Tirkiye bi awayekî aşkere dixwaze sûdê ji bûyerên li herêmê rû didin bigire û dek û dolabên xwe li dijî gelê me pêk bîne. Her wiha dixwaze gelê Tirk bixapîne û berê wan ji têkçûna xwe bikişîne.

Em bang li tevahî hêzên çalak ên li Sûriyeyê dikin ku xetereya van êrişên ne rewa û encamên wê yên neyînî I ser hewldanên peydakirina îstiqrarê li herêmê nas bikin. Her wiha ev êriş, li ser xebatên birêxistinkirina civakî û peydakirina çareseriyeke demokratîk li herêmên me û hewldanên tunekirina terorê û fikrê tundraw gef in. Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî bi erkên xwe rabin û berpirsyariyên xwe bînin cih ji bo ku rê li pêşiya van êrişan bigirin.  

Em bi gelê xe hene ku armancên êrişan û siyasetên dijminane yên li dijî herêmê nas bike. Em bang dikin ku xwedî li saziyên xwe, parastinê û xweparastinê derkevin. Ji bo parastin û serkeftina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan, jiyana hevbeş, erkên xwe bînin cih. Projeya gelê me, vîn û îsrara wê rêya ber bi serkeftinê ye û têkbirina tevahî projeyên qirkirinê ye."