DYA’yê êrişên nû li dijî Hûsiyan pêk anîn

Fermandariya Navendî ya DYA’yê ragihand ku êrişên nû li dijî Hûsiyan pêk aniye.

DYA’yê êrişên nû li dijî Hûsiyan pêk anîn
13 ÇILE, 2024   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya DYA’yê (Centcom) bi rêya hesabê xwe yê “X” ragihand ku hêzên Amerîkayê li Yemenê êrişeke hewayî li devereke radarê ya Hûsiyan pêk aniye.

Centcomê diyar kir ku êriş ji aliyê keştiya USS Carney ve bi mûşekên "Tomahawk" hatiye kirin.

Televîzyona Masîra ya girêdayî Hûsiyan jî ragihand ku DYA û Brîtanyayê paytexta Yemen Senayê bombebaran kirin.

Balafir û keştiyên şer ên DYA û Brîtanyayê barbanga duh li seranserî Yemenê gelef hedefên Hûsiyan bmbebaran kirin. Artêşa DYA’yê ragihand ku li 28 cihan 60 hedef bombebaran kirine. Wezareta Parastinê ya DYA’yê ragihand ku êrişa DYA- Brîtanya kapasîteya Hûsiyan a pêkanîna êrişên nû kêm kir.

Hûsiyan duh da zanîn ku 5 çekdarên wê jiyana xwe ji dest da û soza domandina êrişan da.

(bb)