Rêveberiya Xweser: Hilbijartin karekî hundirîn e û tu eleqeya wê bi dewleta Tirk re nîn e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku têkilî û pirsgirêkên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de, karekî hundirîn in. Her wiha destnîşan kir ku lidarxistina hilbijartinan, girêdayî sûriyeyiyan e û tu eleqeya wê bi ewlehiya Tirkiyeyê re nîn e.

Rêveberiya Xweser: Hilbijartin karekî hundirîn e û tu eleqeya wê bi dewleta Tirk re nîn e
29 gulan, 2024   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 13 sal e li Sûriyeyê alozî berdewam e, rewşa xizmetguzarî û rêveberiyê li Sûriyeyê aloz e, ew jî bi awayekî neyînî bandorê li jiyana welatiyan dike.

Di daxuyaniyê de îşaret bi civîna dawîn a meclisa ewlehiyê ya dewleta Tirk hate kirin û wiha hate gotin: "Meclisa ewlehiyê ya Tirkiyeyê, Rêveberiya Xweser bi qutbûna ji Sûriyeyê tawanbar kir. Ew bi vê yekê rastiyan berovajî dike. Rêveberiya Xweser ji destpêka damezirandinê ve, dabînkera yekemîn a yekitiya Sûriyeyê bû û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi destê sûriyeyiyan, xebitî û hîna dixebite. Dan û standina bi aliyên derve re red kir. Tirkiye her tim hewl dide yekitiya Sûriyeyê têk bibe û axa wê dagir bike. DewletaTirk ku Idlib, Cerabuls, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, rojane siyasetên qirkirin û tirkkirinê li wan herêman dimeşîne, pereyê xwe li wan herêman ferz kir, hewl dide bi siyaseta xwe Sûriyeyê parçe bike. Daxuyaniya meclisa ewlehiyê ya Tirkiyeyê niyetên dewleta Tirk ên berdewamkirina siyasetên dagirkirinê û têkbirina îstiqrara Sûriyeyê aşkera dike.”

‘HILBIJARITN DÊ ÎSTIQRARÊ ÇÊKIN’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkilî û pirsgirêkên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de, karî hundirîn e û lidarxistina hilbijartinan mijareke girêdayî sûriyeyiyan e û tu eleqeya wê bi ewlehiya Tirkiyeyê re nîn e. Hate gotin ku hilbijartin dê îstiqrar û jiyana aştiyane li Sûriyeyê xurttir bikin û dê roleke erênî di pêşxistina çareseriya siyasî ya giştî de bilîzin.

Îşaret pê hate kirin ku dewleta Tirk, bi vê helwesta xwe diyar dike ku siyaseta wê ya qirkirin û înkarkirina Kurdan û kêmneteweyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Siyasetên dewleta Tirk û gefên li dijî serdestiya Sûriyeyê û jiyana aştiyane ya li herêmê hatin şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî û demokratîk hate kirin ku li hember siyasetên dewleta Tirk ên li dijî vîna gelên herêmê bisekinin.

Her wiha bang li gel û pêkhateyên herêmê jî hate kirin ku hilbijartinan bi ser bixin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em dixwazin destnîşan bikin ku siyaseta em dimeşînin, nîştimanî û demokratîk e û me yekitiya axa Sûriyeyê parast. Wek rêveberiyeke xweser li vê herêmê, em ê hewl bidin çareseriyên giştî ji aloziyê re bibînin û demokrasiya xwecih li herêmên xwe bisepînin."

(şx)