Rêveberiya Xweser: Dev ji siyasetên paşguhkirin û bidûrxistinê berdin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bang li desthilata Şamê kir ku dev ji siyasetên bidûrxistin û paşguhkirinê berdin, ji wê zêdetir tevahî gelê Sûriyeyê ji pêkhate, ol û mezheban hembêz bikin.

Rêveberiya Xweser: Dev ji siyasetên paşguhkirin û bidûrxistinê berdin
30 adar, 2025   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî siyasetên paşguhkirin û bidûrxistinê ku desthilata Şamê pêk tîne, daxuyaniyek da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ev tişt got:

"Ji ber ku Sûriyeyiyan di encama siyasetên bidûrxistin û paşguhkirinê de yên di serdema rejîma hilweşiyayî de êşên mezin kişandin, di dirêjahiya hefte û mehên borî de bi girîngiyeke mezin avakirina hikumeteke niştîmanî dişopand û hemû hêvî ew bûn ku hikumeteke giştî, pirrengî û piralî li welat were avakirin.

Lê hikumeta ku şeva şemiyê (29’ê Adarê) li Şamê hate ragihandin heman hikumeta berê bû; ji aliyê berçavnegirtina pirrengiya li Sûriyeyê, berdewamkirina desthilata yekrengî, nenûnertiya adilane û nerasteqîn a tevahî pêkhateyên Sûriyeyê ye.

Ev siyasetên ku hikumeta Şamê îsrar dike ku li ser bimeşe, me vedigerîne çaryeka destpêkê; ji aliyê yekrengiya hukim, bidûrxistina pêkhate û aliyên Sûriyeyê ji pêvajoya siyasî û birêvebirina kar û barên welat. Ev yek dûrî armancên ku Sûriyeyiyan şoreşa xwe li dar xistiye, ye.

Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê diyar dikin ku her hikumetek ku pirengî û piraliya li Sûriyeyê di ber çavan re negire nikare bi awayekî durist welat bi rê ve bibe û ji vê krîzê derxe. Ji wê zêdetir wê aloziyê kûrtir bike û sedemên ji bo wê şoreşa hatiye lidarxistin raneke, her wiha wê nikaribe biryarên ku bên dayîn pêk bîne. Ev îsrara li ser berdewamkirina şaştiyên berê wê zirarê bide Sûriyeyiyan û bi carekê ber bi destpêkirina pêvajoya siyasî ya gitşî ve nabe.

Em careke din teqez dikin ku em bi daxwazên bingehîn ku Sûriyeyî ji bo wê serî hildane ve girêdayî ne. Sûriyeyiyan banga avakirina Sûriyeyeke demokratîk, hevbeş û nenavendî kir ku mafên hemwelatîbûnê û beşdariya adilane di tevahî aliyên jiyana siyasî de hebe û tu aliyek bi tenê Sûriyeyê bi rê ve nebe. Ji lew re em bang dikin ku dev ji siyasetên bidûrxistin û paşguhkirinê berdin, ji wê zêdetir tevahî gelê Sûriyeyê ji pêkhate, ol û mezheban hembêz bikin."

(fr)