Pîrozbahiyên Sûrî, Erebî û Cîhanî ji bo Newrozê

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê, fermandarê Artêşa Azad a Sûriyeyê serokên Amerîka û Îmaratê Cejna Newrozê pîroz kir.

Pîrozbahiyên Sûrî, Erebî û Cîhanî ji bo Newrozê
20 adar, 2025   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê Tariq El Şofî Cejna Newrozê li Kurdan pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe destpêka pêşdeçûn û guhartinê, her wiha bibe wesîleya avakirina dewletek hemwelatîbûn û demokratîk ku rêzê ji pirrengî û mafan re were girtin.

El Şofî diyar kir ku Newroz ji bo ji bo jiyane aştiyane û hevkariya di navbera tevahî xelkê welat e, derfetek e.

Fermandarê Artêşa Azad a Sûriyeyê Salim El Turkî El Enterî jî Cejna Newrozê li Kurdan pîroz kir û got ev cejna yekemîn e piştî serketina şoreşê û xelasiya piştî salên dirêj ji zulmê û pêşerojeke geş li benda welatiyan e.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump jî Cejna Newrozê li tevahî gelên vê rojê pîroz dikin, li Amerîka û cîhanê pîroz kir û got ku ev cejn derfeta amadekariyek ji bo biharê ye.

Serokê Îmaratê Mihemed Bin Zayid Al Nehyan jî Cejna Newrozê li gelên Îmaratê û cîhanê pîroz kir.

(mh/fr)