Rêveberiya Xweser bang kir: Li hemberî êrişên dijî Bendava Tişrînê bi erkên xwe rabin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû aliyên Sûriyeyê, hêzên herêmî û navneteweyî kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bendava Tişrînê xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û wan êrişan rawestînin.

Rêveberiya Xweser bang kir: Li hemberî êrişên dijî Bendava Tişrînê bi erkên xwe rabin
16 ÇILE, 2025   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bendava Tişrînê û hedefgirtina sivîlên ku li ser bendavê nobedê dikin, şermezar kirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro dewleta Tirk careke din welatiyên li Bendava Tişrînê ji bo parastina bendavê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe li hemberî êrişan nobedê dikin, bi bejahî û hewayî hedef girtin. Di encamê de weke agahiyên destpêkê şehîd û birîndar çêbûn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û xelkê me digel bêdengiya Sûrî, herêmî û navneteweyî de nîşaneya karesateke meizin in û rê li ber şereke nû li Sûriyeyê vedike. Ev êriş gefên yekser li dijî bendavê dixwin. Eger zirar bi bendavê bibe wê bi xwe re felaketên mezin li Sûriyeyê û Iraqê bîne û karesateke mirovî ya din çêke. Li kêlek wê jî xeteriya hêzên tundraw heye.

Ji lew re, divê rêveberiya nû ya li Şamê helwesta xwe nîşan bide, ji ber ku ev êriş dijî avahiyên xizmetguzariyê ne ku xizmetî gelê Sûriyeyî dikin. Her wiha pêwîst û lez e ku aliyên navneteweyî, hiqûqî û mirovî û Kaolîsyona Navneteweyî tev bigerin û êrişên Tirkiye rawestînin û wê li beramber sûcên kirine darizînin. Em bang li raya giştî ya Sûrî, Kurdistanî û navneteweyî dikin ku di vê çarçoveyê de bi erkên xwe rabin û zextê bikin ku ev êrişên dijî herêm û gelê me bi dawî bibin.

Ji malbatên şehîdan re sersaxî

Ji birîndaran re şîfaya lezgîn."

(mh/fr)