Wêneyên ambûlansên ku ji ber êrişa li Tişrînê xisar dîtine

Ambulansên ku ligel welatiyên li Bendava Tişrînê nobedê digirtin, di encama êrişa rasterast a dewleta Tirk a dagirker de rastî xisareke mezin hatin.

Wêneyên ambûlansên ku ji ber êrişa li Tişrînê xisar dîtine
Wêneyên ambûlansên ku ji ber êrişa li Tişrînê xisar dîtine
Wêneyên ambûlansên ku ji ber êrişa li Tişrînê xisar dîtine
Wêneyên ambûlansên ku ji ber êrişa li Tişrînê xisar dîtine
Wêneyên ambûlansên ku ji ber êrişa li Tişrînê xisar dîtine
Wêneyên ambûlansên ku ji ber êrişa li Tişrînê xisar dîtine
16 ÇILE, 2025   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 8'ê Kanûnê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî dijwar êrişî pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê dikin. Duh li dijî sivîlên ku li bendavê di çalakiya nobedê de ne, êrişeke rasterast hate kirin û komkujî pêk hat. Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê, îro jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 caran ew sivîl hedef girtin û di encamê de 5 welatî şehîd bûn û nêzî 40 din birîndar bûn.

Di wêneyan de zirarên ku gihîştine ambulansên ku bi sivîlan re bû, diyar dibin. Li gorî qanûnên navneteweyî, mirovî û peymanên Cinêvê ev êriş binpêkirineke aşkera û sûcekî şer e.

(mh/fr)

ANHA