Rêveberiya Xweser a kantona Firatê: Rêveberiya Xweser modela çareseriyê li Sûriyeyê ye
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dê bibe sembola biratiyê û hevpariyê û li ser bingeha pirrengiyê û nenavendî bûnê dê bibe modela çareseriyê li Sûriyeyê.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê di salvegera destpêkirina êrişên DAIŞ`ê li ser Kobanê de daxuyaniyek da.
Hevseroka Kar û Barên Rêveberî ya Melcisa Rêveber Necah Meşo daxuyanî xwend. Endamên û endamên rêveber ên saziyên rêveberiyê tev li çalakiyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin kurd li Rojava ji bo parastin û dabînkirina mafên xwe û yên pêkhateyên din, modeleke jiyana demokratîk a azad bi beşdariya tevahî pêkhateyan ava kir û ji ber wê gelek dewletên herêmî di serî de dewleta Tirk xwestin vê projeyê bi rêya komên radîkal mîna Cebhet El Nusra û komên din têk bibin.
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li darketina şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an li Kobanê ji bo dewleta Tirk pirsgirêka herî mezin. Ji bo ku wê tune bike, piştgiriya komên terorîst kir û sala 2014`an bi hevkariya wê DAIŞ`ê êriş Kurd li Sûriye û Iraqê kir û komkujiyên hovane li Şengalê pêk anîn.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku piştî Şengalê çeteyên DAIŞ`ê bi hevkariya dewleta Tirk 15`ê Îlonê bajarê Kobanê dorpêç kir, gund û bajark bi awayekî hovane topbaran kir, sivîl û zarok koçber kirin. Di encama wê êrişê de tevahî gundên Kobanê û beşên mezin ên bajarê Kobanê dagir kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Lê YPG û YPJ`ê bi çekên xwe yên sivik li hember wê hêza tarî li ber xwe dan û piştî berxwedana 134 rojan, DAIŞ`ê bi bin xistin. Ew xal, bû destpêka rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji terora DAIŞ`ê ji Reqayê bigire heta bigihêje Minbicê û Baxozê."
Di daxuyaniyê de îşaret pê hate kirin ku dewleta Tirk piştî wê binkeftinê rasterast êriş herêmê kir, Cerablus, Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn dagir kirin ji bo ku Rêveberiya Xweser derbe bike û destkeftiyên şehîdan tune bike, şêniyan bitirsîne û herêmê vala bike.
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û hêzên garantor hate kirin ku li hember êrişên dewleta Tirk bisekinin. Her wiha soz hate dayîn ku her tim li pişta QSD`ê bin û Rêveberiya Xweser dê sembola biratî û hevpariyê û li ser bingeha pirrengiyê û nenavendîbûnê modela çareseriyê be.
Di dawiya daxuyaniyê de şehîdên di oxira azadiya gel de canê xwe feda kirine û şervanên QSD`ê yên ku rûmeta welêt diparêzin, hatin silavkirin.
(şx)
ANHA