Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir

Di serî de PJAK û KJAR li ser bangewaziya partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, di salvegera duyemîn a serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' de li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî destpê kir.

Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir
15 îlon, 2024   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li ser bangewaziya PJAK, KJAR û gelek aliyên din yên siyasî bi boneya duyemîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ li bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî bi girtina dikan û bazaran destpê kir.

Bi boneya şoreşa ‘Jin, Jiyan Azadî’ ku di 16’ê Îlona 2022’yan de bi qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî re destpê kir, li Rojhilatê Kurdistanê, li ser bangewaziya PJAK, KJAR û gelek aliyên din yên siyasî greva giştî destpê kir.

Li gorî agahiyan greva giştî bi girtina bazar û dikanan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye.

(şx)