Rêveberiya Xweser a kantona Firatê: Ji ber kêmasiyên dewleta Tirk karesateke mirovî li Bakur çê bû

Rêveberiya Xweser a kantona Firatê paşguhkirina dewleta Tirk ji şewata li Bakurê Kurdistanê re wek beşeke siyasetên çewisandinê yên li dijî gelê Kurd dimeşîne, bi nav kir.

Rêveberiya Xweser a kantona Firatê: Ji ber kêmasiyên dewleta Tirk karesateke mirovî li Bakur çê bû
22 hezîran, 2024   16:54
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a kantona Firatê têkildarî şewata li Bakurê Kurdistanê çêbûye, daxuyaniyek da. 

Rêveberiya Nivîsgeha Meclisa Rêveber Necah Muhyedîn daxuyanî li pêşiya avahyia meclisê ya li bajarê Kobanê xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama şewata li gundên navçeya Çinar, Çirnax ên ayeleta Mêrdîn û Amed de bi hezaran hiktar zevî şewitîn, bi sedan serî pez mirar bûn û gundi birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de xemsariya hikumeta Tirkiyeyê ku ji bo vemirandina şewatê tiştek nekir hate şermezarkirin û ev paşguhkirin wek beşeke siyasetên çewisandinê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne hate binavkirin.

Her wiha bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mirovî hate kirin ku destwerdanê bikin û rê li pêşiya mîna van kiryaran bigirin.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku bilez alîkarî mexdûran re bê dayîn.

(şx)

ANHA