Rêveberiya Xweser a Dêrazorê banga şêniyên Qisêbe bersivand
Ji ber barana gur a li gundê Qisêbe yê gundewarê rojavayê Dêrazorê lehî rabû, di encamê de gelek zirar çêbûn. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê alîkarî pêşkêş kir û piştgirî da welatiyan.
Di encama barana gur û lehiya ku roja yekşema borî li gundê Qisêbe yê gundewarê rojava yê kantona Dêrazorê rabûye de, zirarekî mezin gihîşt mal û milkên şêniyan. Nêzî 130 xaniyan, ji wan nêzî 100 xanî bi temamî hatin rûxandin û 63 malbat bê mal û war man.
Her wiha zeviyên kuncî û pembo yên zêdetirî 100 malbatî zirareke mezin dîtin, 300 mih û gelek çêlek telef bûn.
Hevseroka Komîteya Kar û barên Civakî ya Meclisa Dêrazorê Henan El Hemadî axivî û got: "Desteya Kar û barên Civakî yekser zirarê ku çêbûye şopand. Weke merheleya destpêkê kon û paketên xwearinê dan şêniyan û dê di rojên pêş de alîkariyên din werin pêşkêşkirin."
Henan El Hemadî teqezî bi girîngiya hevkarî û hevgirtina şêniyên gund, da.
(mh/fr)
ANHA