Desteya Rêveber û Koordînasyona Meclisa Jinan ên Partiya Sûriya Pêşerojê hatin avakirin

Di çarçoveya pêkanîna encamnameya kongreya 3'yemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê de Meclisa Giştî ya Jinan a partiyê, Desteya Rêveber û Koordînasyona Meclisa Jinan ava kirin û ragihand ku bi boneya nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê dest bi amadekariyan kiriye.

Desteya Rêveber û Koordînasyona Meclisa Jinan ên Partiya Sûriya Pêşerojê hatin avakirin
Desteya Rêveber û Koordînasyona Meclisa Jinan ên Partiya Sûriya Pêşerojê hatin avakirin
Desteya Rêveber û Koordînasyona Meclisa Jinan ên Partiya Sûriya Pêşerojê hatin avakirin
Desteya Rêveber û Koordînasyona Meclisa Jinan ên Partiya Sûriya Pêşerojê hatin avakirin
Desteya Rêveber û Koordînasyona Meclisa Jinan ên Partiya Sûriya Pêşerojê hatin avakirin
5 mijdar 2024   18:20
REQA

Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, piştî kongreya 3'yemîn di 16ˋê Cotmehê de li hola Eştar a bajarê Reqayê li dar xistibû civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Di civînê de berdevk û nûnerên meclisên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Di civînê de berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî li ser rewşa siyasî ya herêmê û cîhanê axivî û got: "Cîhan bi rêya şer û krîzên ku dewletên mezin bi hincetên parastina ewlehiya xwe pêk tînin ber bi pergala pirblokî ve diçe. Derbasî parzemînan dibe û xwe li Rojhilata Navîn ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe di bin gelek navan de fireh dike, ji dosyaya nukleerî ya Îranê bigire, şerê Filistîn û Îsraîlê, şerê Rûsya û Ukraynayê bigire heta bi krîzên li Iraq, Lubnan û Sûriyeyê."

Fatme wiha domand: "Di tevahî aliyên siyasî û leşkerî de rewş û pêşeroja Rojhilata Navîn bi aloziyên aliyên hegemon ve girêdayî ye. Bêyî vîna civakê û bêyî desthilatan tu çare nîn in. Çare di diyalogê de ye, ne di şerê li ser desthilatê de ye."

Beşdaran li ser hin bendên di rêziknameyê de hatine guhartin, erê kir, her wiha li ser endamtiya endamên Desteya Rêveber û Koordînasyona Meclisa Jinan a partiyê erê kirin.

Di dawiya civînê de hat ragihandin ku ji bo Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, Meclisa Giştî ya Jinan dest bi amadekariyan kiriye û ew ê di rojên bê de bernameya çalakiyan diyar bike.

(mh/fr)

ANHA