Rêveberiya Xweser a Cizîrê: Êrişên Tirkiyeyê saziyên xizmetguzariyê ji xizmetê derxistin

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê diyar kir ku êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker gelek saziyên xizmetguzariyê ji xizmetê derxistin û bang li pêkhateyan kir ku pergala parastinê li hember şerê qirkirinê xurt bikin.

Rêveberiya Xweser a Cizîrê: Êrişên Tirkiyeyê saziyên xizmetguzariyê ji xizmetê derxistin
14 ÇILE, 2024   13:37
QAMIŞLO

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê li pêş navenda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi beşdariya hevserokên deste, nivîsgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk daxuyaniyek da. Hevserokê Meclisa Rêveber Talet Yûnis û hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê Gulistan Îsmaîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin şerê qirkirinê û terorê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin, rojên înê û şemiyê binesazî, cihên xizmetguzarî û stratejîk ên li gundewarên Dêrik, Tirbespiyê, Rimêlan û Çilaxa bombebaran kirin, her wiha vê sibehê Eyn Îsa bombebaran kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di encama van êrişan de saziyên xizmetguzariyê ku av, enerjî û çandinî ji tevahî herêmê re peyda dikirin, ji xizetmê derketin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ev binpêkirin û êriş binpêkirina qanûnên navneteweyî, astengkirin û qeslkirina hewldanên têkoşîna li dijî terorê ye.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê li hember van êrişan hevgirtin û berxwedana xwe xurt bikin, destkeftiyên xwe biparêzin, plan û siyasetên koçberî û demografiya herêmê têk bibin.

Rêveberiyê di dawiyê de êriş şermezar kirin û bang li hêzên aktîf ên li Sûriyeyê, civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bi erkên xwe rabin û van êrişên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin û wê li ser sûcên kirine hesab bikin.

Her wiha bang li gelê herêmê kir ku pergala xweparastinê xurt bike, li dora saziyên xwe bicive û destkeftiyan biparêze û dê serkeftin a gelan û projeya demoratîk be.

(fr)

ANHA