Vê carê navenda zemhêrê li Dirbêsiyê bû hedefa êrişan

Dewleta Tirk a dagirker vê carê navenda zemhêrê ya li navçeya Dirbêsiyê û malek li Girbetliyê bombebaran kir. Hemwextî wê balafirên bêmirov li asîmanê herêmê digerin.

Vê carê navenda zemhêrê li Dirbêsiyê bû hedefa êrişan
14 ÇILE, 2024   13:34
HESEKÊ

Balafireke bêmirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirker navenda zemhêrê ya li navçeya Dirbêsiyê bombebaran kir. Lê belê agahiyên der barê bombebaranê de nehatin bidestxistin.

Her wiha dewleta Tirk mala welatiyekî li gundê Girbetalî yê navçeyê bombebaran kir. Li gor agahiyan birîndar hene.

Nûçegihanên me aşkera kirin ku balafirên bêmirov li asîmanê navçeyê digerin.

(şx)

ANHA