Rêveberiya Xweser 22`yê Adarê kir betlane

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Newrozê roja şemiyê (22 Adar) ji bo hemû sazî û dezgehên xwe yên fermî wek betlane ragihand.

Rêveberiya Xweser 22`yê Adarê kir betlane
19 adar, 2025   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, giştînameyek bi hejmara 5’an weşand. 

Di giştînameyê de roja şemiyê anku 22’yê Adarê ji bo hemû sazî û dezgehên xwe yên fermî wek betlane ragihand.