Li Bakurê Kurdistanê Newroza ‘azadiyê’ tê pîrozkirin
Îro li 10 navendan bakûrê Kurdistanê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" Newroz tê pîrozkirin.

Li Wan, Bedlîs-Tetwan, Mûş, Çewlîg, Şirnex, Nisêbîn û Stêwra Mêrdînê li Wêranşar, Pirsûs û Hewaga Rihayê ji saetên sibehê ve bi deh hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê herikîn qadan.
Di Newroza îsal ya ku dirûşma wê "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê" ye, welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî diherikin qadan. Bi dirûşm, tilîlî û govendê agirê Newrozê pêdixên.