‘Malbata Abdo ji bo debara xwe tê dikoşiya’

Malbata Abdo ku ji bo debara jiyana xwe dixebitî, bi destê dewleta Tirk a dagirker rastî dawiyeke trajîk hat û ji 11 endamên wê 10 hatin qetilkirin. Xwediyê zeviya ku malbat lê dixebitî diyar kir ew malbat "ji bo debara jiyana xwe dixebitî.”

‘Malbata Abdo ji bo debara xwe tê dikoşiya’
‘Malbata Abdo ji bo debara xwe tê dikoşiya’
‘Malbata Abdo ji bo debara xwe tê dikoşiya’
‘Malbata Abdo ji bo debara xwe tê dikoşiya’
‘Malbata Abdo ji bo debara xwe tê dikoşiya’
19 adar, 2025   11:33
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Şeva yekşemê, dewleta Tirk a dagirker zeviyek di navbera gundên Qumcî û Berxbotan ên Kobanê de bombebaran kir û di encamê de 10 endamên malbatekê (malbata Osman Berkal Abdo) ku piraniya wan zarok bûn, şehîd bûn. Zaroka bi navê Narîn ku bi giranî birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Kobanê tê dermankirin.

Malbata Osman Barkal Abdo û Xezala Osman Abdo ji 11 kesan pêk dihat: bav, dayik û neh zarok.

Navên şehîdên malbatê wiha ne: Ahîn, Dijle, Dilovan, Yasir, Saliha, Fewaz, Avesta û Ronîda, dê û bavên Osman Berkal Abdo û Xezala Osman Abdo.

Zeviya ku malbat lê dixebitî ya Henîf Qasim Ehmed e ku niha li bendava Tişrînê tev li çalakiya nobedariya bûye. Ehmed ji cihê çalakiyê ji ajansa me re diyar kir ku malbata Osman Abdo malbateke xizan bû û hewl dida debara jiyana xwe bike.

Xwediyê zeviyê Henîf Qasim Ehmed êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk ji nirx û pîvanên mirovahiyê fêm nake. Li gorî kîjan qanûnê zarok têne kuştin?"

Ehmed her wiha bangî rêxistinên navneteweyî kir ku bikevin nava liv û tevgerê û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi dawî bikin. Her wiha got: "Di meha pîroz a Remezanê de jî malbata Osman a xizan ji hovîtiya dagirkeriyê xilas nebû.”

(k)

ANHA