Rêveberiya Xweser 12 zarok û 5 jinên DAIŞˊî radestî Başûrê Afrîkayê kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 5 jin û 12 zarokên ji malbatên DAIŞˊê radestî şandeya fermî ya dewleta Başûrê Afrîkayê kirin. Rêveberiyê diyar kir ku hevkariya bi divê hevkariya bi dewleta Başûrê Afrîkayê û dewletên din re ku welatiyên wan li herêmê hene, dewam bike.

Rêveberiya Xweser 12 zarok û 5 jinên DAIŞˊî radestî Başûrê Afrîkayê kirin
Rêveberiya Xweser 12 zarok û 5 jinên DAIŞˊî radestî Başûrê Afrîkayê kirin
Rêveberiya Xweser 12 zarok û 5 jinên DAIŞˊî radestî Başûrê Afrîkayê kirin
Rêveberiya Xweser 12 zarok û 5 jinên DAIŞˊî radestî Başûrê Afrîkayê kirin
Rêveberiya Xweser 12 zarok û 5 jinên DAIŞˊî radestî Başûrê Afrîkayê kirin
Rêveberiya Xweser 12 zarok û 5 jinên DAIŞˊî radestî Başûrê Afrîkayê kirin
6 cotmeh, 2025   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke ji dewleta Başûrê Afrîkayê bi serokatiya balyoz Eşref Yûsif Silêman di 25ˊê Îlona 2025ˊan de, serdana Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê kir. Bi balyoz re serokê nûnerê şaxê ya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor a Hesekê Sebastian Fustier, Sureya Qunbus a ji Nivîsgeha UNICEFˊê ya Qamişloyê-Beşa Parastin û Baldariya Zarokan hebûn.

Di pêşwazîkirinê de, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Fener Kiêt, cîgirên hevserokatiyê Robêl Beho û Gulistan Elî û endama Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm hebûn.

Di civînê de pêşdeçûnên li Sûriyeyê, nexasim li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ezmûna Rêveberiya Xweser, rola pêşeng a jinan di saziyan de, girîngiya pêkanîna peymana 10ˊê Adarê, mekanîzmaya entegerkirina QSDˊê û saziyên Rêveberiya Xweser di sazûmaniya dewleta Sûriyeyê de ku aramî û serweriyê misoger dike, hatin nîqaşkirin.

Daîreyê di civînê de da zanîn ku divê hêzên navneteweyî bi erkên xwe rabin, desteka guncaw ji Rêvebeirya Xweser re pêşkêş bikin, da ku astengiyên ku şaneyên DAIŞˊê bi rêya piştgiriya guncaw ji Rêveberiya Xweser re, digel êrişên şaneyên "DAIŞˊê"

Di civînê de, daîreyê diyar kir ku li gel zehmetiyên ewlehiyê yên ku şaneyên DAIŞˊê pêk tînin û rewşa girtiyan û malbatên wan ên li kampan, pêwîst e hêzên navneteweyî berpirsiyariyên xwerabin, piştgiriya guncaw ji Rêveberiya Xweser re pêşkêş bikin. Hat gotin ku divê hevkariya bi Komara Başûrê Afrîkayê û dewletên din ên welatiyên wan li herêmê ne dewam bike.

Balyoz Eşref Yûsif Silêman jî spasiya Rêveberiya Xweser, QSDˊê û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor têkildarî hewlên wan ên serkeftina proseya vegerandina welatiyên wan kir û got welatê wî amade ye alîkarî û destekê pêşkêş bike.

Di dawiyê de, li gorî belgeya fermî ya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dewleta Başûrê Afrîkayê de bi amadebûna nûnerên her du aliyan hatiye îmzekirin, 5 jin û 12 zarok ji malbatên DAIŞˊê, radestî şandeya Başûrê Afrîkayê hatin kirin.

(fr)