Li Reqayê 24 mamoste hatin xelatkirin

Yekitiya Mamosteyan û Desteya Perwerdeyê li kantona Reqayê ji bo Roja Mamosteyan a Navneteweyî ku dikeve 5`ê Cotmehê, şahiyek li dar xist. Di şahiyê de 24 mamoste hatin xelatkirin.

Li Reqayê 24 mamoste hatin xelatkirin
Li Reqayê 24 mamoste hatin xelatkirin
Li Reqayê 24 mamoste hatin xelatkirin
Li Reqayê 24 mamoste hatin xelatkirin
Li Reqayê 24 mamoste hatin xelatkirin
Li Reqayê 24 mamoste hatin xelatkirin
Li Reqayê 24 mamoste hatin xelatkirin
Li Reqayê 24 mamoste hatin xelatkirin
Li Reqayê 24 mamoste hatin xelatkirin
Li Reqayê 24 mamoste hatin xelatkirin
Li Reqayê 24 mamoste hatin xelatkirin
6 cotmeh, 2025   14:05
REQA

Şahî li Hola Desteya Perwerdeyê ya kantona Reqayê, bi tevlêbûna bi dehan mamoste û nûnerên rêxistinên civaka sivîl bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre endamê Yekitiya Mamosteyan a Reqayê Ehmed El Xelef axivî û diyar kir ku mamoste afirînerên nifşan û hilgirên peyama ronakbîrî û zanînê ne.

Hevserokê Desteya Perwerdeyê a Kantona Reqayê Mihemed Elî jî got: "Mamoste ne tenê agahiyan didin, ew afirînerên mirovan in, endezyarên ramanê û avakerên nirxan in. Tevî hemû pirsgirêkên ewlehî, aborî û civakî yên li herêm jî mamosteyan erka xwe ya bilind pêk anî.”

Endamê Ofîsa Rêxistinî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Mensûr El Şêx jî diyar kir ku mamoste ew kes in ku bingeha avakirina civakan datînin.

Di dawiya şahiyê de, 24 mamoste û hevserokê Desteya Perwerdeyê ya Kantona Reqayê hatin xelatkirin.

(k)