Li peravên Yewnanistanê 2 penaber mirin

Li Deryaya Egeyê ku nêzî peravên Girava Chios ê Yewnanistanê ye, keştiyeke penaberan qeza kir û di encamê de 2 jinan jiyana xwe ji dest da.

Li peravên Yewnanistanê 2 penaber mirin
17 cotmeh, 2025   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hêzên ewlekariya peravê yên Yewnanistanê, ragihand ku di bûyera li nêzîkî Girava Chios de 2 kes mirine û 27 kes hatine rizgarkirin. Her wiha hat diyar kirin ku 10 kes rakirine nexweşxaneyê ku ji wan rewşa 3 kesan krîtîk e.

Nehat zanîn ka penaberên rizgarkirî welatiyên ku ne. Giravên Chios û Lesbos rêgehên sereke yên derbasbûna penaberan in ku dixwazin derbasî Ewropayê bibin.

Di nava 10 rojên dawîn de ev karesata duyemîn a penaberan e. Di bûyera beriya vê de ku di 7’ê Cotmehê de li nêzî Lesbosê pêk hat, keştiyek binav bûbû û di encamê de 4 kes miribûn.

Her wiha 23 penaber jî roja Înê li nêzî peravên Girîtê hatin rizgarkirin. Hejmara penaberên ku ji Lîbyayê tên, vê havînê pir zêde bûye.

Biryara hikumeta Yewnanistanê ya rawestandina serlêdanên penaberiyê ji bakurê Afrîkayê ji bo 3 mehan ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve rastî nerazîbûnên tund hatibû.