Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di salvegera 6`an a damezirandinê de daxuyanî da

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di salvegera 6'emîn a damezirandina xwe de rola QSD'ê di rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji DAIŞ'ê de silav kir û got xelkê herêmê dê li hember êrişên domdar ên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di salvegera 6`an a damezirandinê de daxuyanî da
25 cotmeh, 2023   17:33
TEBQA

Bi boneya salvegera 6'emîn a damezirandina Rêveberiy Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, endamên rêveberiyê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û endamên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê li pêşiya avahiya rêveberiyê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Qanûnsaz Hude El Ewan ve hat xwendin

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Di mîna vê rojê de, fedakariyên lehengên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi serkeftinê tacîdar bûn. Wan ji keleha berxwedanê Kobanê dest pê kir û berê xwe dan Minbic, Tebqa, Reqa û herî dawî Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê gelek destkeftî di rewşên herî zehmet de hatin bidestxistin.

Her wiha, di daxuyaniyê de sersaxî ji bo malbatên hemû şehîdan hat xwestin û berxwedana QSD'ê ya li hember planên dijmin ên bi armanca têkbirina destkeftiyên şehîdan û projeya neteweya demokratîk hat silavkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û soza şopandina rêya şehîdan hat dayîn.

(mh/şx)

ANHA