RCELL`ê buhaya pakêtên xwe bi rêjeya ji sedî 400 zêde kir

Şîrketa RCELL`ê buhaya pakêtên xwe bi rêjeya ji sedî 400 zêde kir. Li aliyekî din, çavkaniyek ji şîrketê da zanîn ku ji bo guhertina pakêtan xebat tên kirin.

RCELL`ê buhaya pakêtên xwe bi rêjeya ji sedî 400 zêde kir
RCELL`ê buhaya pakêtên xwe bi rêjeya ji sedî 400 zêde kir
25 cotmeh, 2023   17:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku şîrketên SYRIATEL û MTN ên hikumeta Şamê buhaya pakêtên xwe zêde kirin, şîrketa "RCELL" a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heman tişt kir.

RCELL li gor buhayên nû ji bo pakêta 1 GB 4 hezar û 500 lîre, 5 GB 18 hezar lîre, 20 GB 66 hezar û 40 GB 120 hezar lîreyên sûriyeyî diyar kiriye.

Navenda xizmeta muşteriyan ji ajansa me re diyar kir ku ji bo sererastkirina pakêtan xebat didomin û buhayên hatine ragihandin, demkî ne lê agahiyên der bare de parve nekirin.

(mh/şx)