Li Hesek 233 şehîd hate bibîranîn

Şêniyên Hesekê 233 şehîdên Cotmehê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne bi bîr anîn.

Li Hesek 233 şehîd hate bibîranîn
Li Hesek 233 şehîd hate bibîranîn
Li Hesek 233 şehîd hate bibîranîn
Li Hesek 233 şehîd hate bibîranîn
Li Hesek 233 şehîd hate bibîranîn
Li Hesek 233 şehîd hate bibîranîn
Li Hesek 233 şehîd hate bibîranîn
25 cotmeh 2023   17:09
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ji bo bîranîna 233 şehîdên meha Cotmehê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmek li hola Serdem a Hesekê li dar xist. Her wiha di heman merasîmê de, şehîd Bêrîtan hate bibîranîn.

Malbatên şehîdan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, şêniyên Hesekê û koçberên Serêkaniyê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed axivî û got: "Di şexsê wan hevalan de, em şehîd Bêrîtan bi bîr tînin. Dibêjin em hûnê di dil û wijdanê me de zindî bimînin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Hemîd Hesen got şehîdan ji bo parastina vê ax û desktefiyan cane xwe feda kir. Her wiha soz da ku rêya şehîdan temam bikin û destkefiyên wan biparêzin.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Mihemed Baqî Xelî jî got: "Bi saya şehîdan em li vir in. Bîranîna wan, erk e."

Di dawiya merasîmê de sînevizyonek têkildarî jiyana şehîd Bêrîtan û wêneyên 233 şehîdan hate pêşandan.

(şx)

ANHA