Rêveberê dibistanekê hat kuştin

Li gundê Modan ê Humsê rêveberê dibistanekê di encama gulebaranê de hat kuştin.

Rêveberê dibistanekê hat kuştin
9 gulan, 2026   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê dibistana Cobaniyê Hisên Wehîd El Hisên duh (8 Gulan) di gulebaranê de li gundê Modanê yê li rojavayê Humsê hat kuştin.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku Hisên Wehîd El Hisên ku serdana malbata xwe kiribû, çekdarên nenas gule lê reşandin û di cih de hat kuştin.

Piştî êrişî alozî li herêmê derket.

(bb)