Reqa û Dêrazor di bin gefa lehiyê de ne

Tevî ku Saziya Giştî ya Bendava Firatê ragihand ku herikîna çem di rewşa normal de ye, lê rewşa Dêrazor û Reqayê berevajî vê yekê nîşan dide.

Reqa û Dêrazor di bin gefa lehiyê de ne
28 gulan, 2026   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Saziya Giştî ya Bendava Firatê Heysem Bekûr ragihand ku herikîna ava çem niha di rewşeke normal de ye. Bekûr destnîşan kir ku rêjeya avê ku ji Bendava Kedîran derbas dibe nêzîkî 1800 metrekab di saniyeyê de ye û tu nîşanên bilindbûna asta wê heya roja Yekşema bê xuyan nakin. Her wiha anî ziman ku xebatên çavdêriya teknîk li ser çem dewam dikin.

Daxuyaniyên Bekûr bi rewşa meydanî ya Reqa û Dêrazorê û hişyariyên têne kirin re bi nakok in, nemaze piştî ku Bendava Ataturk ji aliyê Tirkiyeyê ve hat vekirin, dergehên bendava Kedîranê ji ber zêdebûna asta avê çend caran hat vekirin. Ev yek fikarên li ser berfirehbûna ziraran li herêmên nêzî çem zêde dibin.

Komîteya Rewşa Awarte û Rêvebirina Karesatan a Dêrazorê, ji ber îhtîmala ku lehî li deverên şêniyan rabe, banga li herêmên Hewîce Sekr û Hewîce Katei kir ku herêmê vala bikin. Li gorî agahiyan, dibe ku valakirin zêdetirî 7 hezar kesên li deverên di bin gefê de di nava xwe de bigire.

Li gorî SOHR‘ê, ji 210 stasyonên avê, nêzî 50 stasyon li gundewarên rojavayê Dêrazorê piştî ku bin av bûn ji xizmetê derketin. Ev yek jî fikarên kêmbûna ava vexwarinê û tunebûna alternatîfên bilez zêde kirin.

Di rojên dawîn de çend bûyerên xeniqandinê di çemê Firatê de rû dan, bêyî ku tedbîrên pêşîgirtinê werin girtin.

Hate zanîn ku ji ber bilindbûna asta avê û qelsiya binesaziyê, pir û dergehên demkî dûbare hilweşiyan. Di encamê de hin gund îzole bûn û tevgera şêniyan sekinî. Şêniyan bang li aliyên peywendîdar kir ku ji çareseriyên demkî wêdetir planên çalaktir pêk bînin, satirên axî bilind bikin, piran sererast bikin û tedbîran zêdetir bikin.

(bb)