Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê: Germbûna kûrewî dê zêdetir bibe

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê  diyar kir ku di serdema 2026-2030’an de germahiyên kûrewî dê bigihêjin astên rekor.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê: Germbûna kûrewî dê zêdetir bibe
28 gulan, 2026   14:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Pispor diyar dikin ku îhtimal ji sedî 75 heye ku germahiya 5 salên pêş li gorî serdema beriya pîşesaziyê 1,5 dereceyan derbas bibe.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) raporek weşand û hişyarî da ku germbûna kûrewî dê di salên pêş de nesekine. Li gorî raporê, tê payîn ku di navbera salên 2026-2030’an de li seranserê cîhanê germahî li gorî serdema beriya pîşesaziyê (1850-1900) 1,3 yan jî 1,9 dereceyan bilindtir be.

Li gorî WMO’yê, bûyera hewayî ya bi navê El Nino ku tê payîn di dawiya sala 2026’an de pêk were, di sala 2027’an de rê li ber germahiyên rekor veke.

A niha jî ji dema germahî hatine tomarkirin û heya niha sala 2024’an weke germtirîn sal derdikeve pêş. Di raporê de hate îfadekirin îhtimal ji sedî 86 heye ku saleke di navbera salên 2026-2030’an de ev rekor bê şikandin.

Rapor, balê dikşîne ser herêma Arktîkê jî ku li gorî nîvekiya kûrewî leztir germ dibe. Tê payîn ku di serdema 5 zivistanên li pêşiya me de germahiyên li herêma berbehs 2,8 dereyan ji yên serdema 1991-2020’an zêdetir bin.

Li rex vê yekê tê texmînkirin ku qeşemên Deryayê Arktîkê kêm bibin û bi taybetî jî wê qeşaya li deryayên wekî Barents, Bering û Ohotskê kêmtir bibe.